Operasyona yemeniyan li perava rojava û Cîzanê, bi dehan kes ji destdirêjkiran hatin kuştin
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li encama operasyonên cida li perava rojava û Cîzanê bi dehan kes ji destdirêjkir û kirêgirtiyên siûdî kuştin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr News`ê, û ji zarê El-Mesîrê artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê meqerê destdirêjkiran li El-Cebeliyê li perava rojava dan ber êrişên topxaneyî.
Ji aliyê din ve meqerên Rejîma Siûdî li bajarê sînorî yê Cîzanê jî ket ber êrişên hêzên yemenî û li encama vê êrişê jî hejmarek ji endamên destdirêjkir hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke din, Muhemed Elî Hûsî serokê Komîta bilind a Inqilaba Yemenê bal kişand ser îstifaya Avîgdor Lîbermen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî û got: Ev serketina encama hişyarî, têkoşan û cîhada hevper û liv û tevegrên berdewam ên gelê Filistînê li meşên mafê vegeriyanê ne.
Yekim dûhata berteka bi qawet a berxwedana Filistînê li hember destdirêjiya vê dawiyê ya siyonîstan ser Gazayê bû sedem ku Avîgdor Lîbermen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî neçar bibe ji posta xwe îstifa bike.