Mijdar 14, 2018 16:27 Asia/Tehran
  • Leşkerên Sîyonîst 44 filistînî li Zîvala Gezzê şehîd û birîndar kirin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Dewleta Filistînê li Zîvala Gezzê raighand ku di encama êrişên vê dawîyê yên Rêjîma Sîyonîst ser Zîvala Gezzê de herîkêm 44 filistînî şehîd û birîndar bûn.

Li gorî rapora Nivîsgeha Ragihandinê ya Dewleta Filistînê, Selame Meirûf serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Dewleta Filistînê li Gezzê di civîneke çapemenîyê da ragihand: Ji êvara yekeşemê ve heta roja sêşemê, 14 filistînî di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser Zîvala Gezzê de şehîd bûn û zêde ji 30 kesî jî birîndar bûn.

Selame Meirûf herwiha got: Rêjîma Sîyonîst di çend rojên buhurî da 150 carî êrişên hewayî pêk anîne ku di encam wan da 80 navend ji wan çend avahîyên dewletê, malên xelkê, navendên medenî, navendên mêdyayî, erd û zevîyên cotkaran û baregehên Hêzên Berxwedanê hatine bombebarankirinê.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Dewleta Filistînê li Zîvala Gezzê herwiha got: Berteka Hêzên Berxwedanê mafê xwezayî û garantîbûyî di warê parastina gelê Filistînê û di çarçova sekinîna li hemberî zorbêjîya Rêjîma Sîyonîst da ye.

Wî herwiha got: Êrişa hewayî ser navendên medenî û malên xelkê, cinayeteke cengê ye ku divê civaka navnetewî ji bo sekinîna li hemberî wê û piştgirîya ji navendan anegorî qanûn û qirarên navnetewî bikeve dewrê.

Hêzên Taybet ên Rêjîma Sîyonîst yekşemîyê şevê êrişî rojhilata Xanyunosê li başûra Gezzê kirin û di encamê de 2 fermandeyên Tabûrên Qessamê şehîd kirin. Bi dû vê cinayetê, balafirên cengê yên vê Rêjîmê piştgirî dan leşkerên vê Rêjîmê û rojhilata Xan Yunosê bombebaran kirin ku di encamê de hejmarek têkoşerên filistînî şehîd bûn.