Mijdar 14, 2018 10:05 Asia/Tehran
  •  Zêde ji 3 hezar kirêgirtiyên siûdî li Yemenê hatin kuştin û birîndarbûna

Berdevkê Artêşa Yemenê roja Sêşemiyê qala kuştin û birîndarkirina herîkêm 3 hezar kirêgirtiyên siûdî di heyama 13 rojên dawî da li bereyên cûrbicûr ên Yemenê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Sertîp Yehya Serî' got ku ji destpêka Mijdarê heta niha 867 kes ji kirêgirtiyên destdirêjker ên siûdî li bereyên cûrbicûr ên şêrr li Yemenê hatine kuştin û du hezar û 150 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Yemenê got: Ji vê hejamrê hezar û 224 kes li bereya operasiyonî ya Perravên rojavayî hatine kuştin an birîndar bûne ku di nav awan da 20 fermandarên pileberrz û 33 kirêgirtiyên sûdanî jî hene.

Yehya Serî derbarê ziyanên lêketî li alavên şêrr ên destdirêjkeran jî got: Di 13 rojên vê dawiyê da 127 erebeyên zzirêhî, 184 erebeyên şêrr û heft Boldezor li operasiyona hêzên yemenî ji nav çûne.

Hêza berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va rojbirojê zêde dibe.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha 14 hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî ji wan desthilatdarkirina kesên ser bi wan li vî welatî, bi dest bixin.