Mijdar 14, 2018 08:45 Asia/Tehran
  • NY daxwaza rawestandina şêrr li Yemenê kir

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê Sêşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê daxwaza rawestandina şêrr li seranserî Yemenê bi taybet li bajarê Hudeydeyê li rojavaya vî welatî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê, Martîn Girîfîts got ku rawestandina şêrr li Yemenê pêngaveka girîng ji bo kêmkirina êş û elemên gelêê  vî welatî ye.

Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê got ku ev rêxistin ji bo destpêkirina gotûbêjan li Yemenê.

Mark Lowkok Alîkarê sikritirê gişt ê NY li karên mirovdostane jî roja Sêşemiyê daxwaza cihanîna agirbesê li bjarê Hudeydeya Yemenê kir.

Pêştir jî Antonyo  Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê wêraniya bajkarê perravî yê Hudeydeya Yemenê hişyarî dabû  û destnîşan kiribû ku wêraniya vê bendergehê dikare bibe sedema rewşeka karesatbar .

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî ji roja Çarşemiyê, 13ê Hezîrana 2018an va êrîşên xwe yên berfireh ji bo dagirkirina bendergeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê dest pê kirine.

Bendergeha Hudeydeyê ji riyên sereke yên gihandina alîkariyên însandosityê bo Yemenê ye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha 14 hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî ji wan desthilatdarkirina kesên ser bi wan li vî welatî, bi dest bixin.