Mijdar 13, 2018 18:01 Asia/Tehran
  • Xortekî din ê filistînî li pey êrîşên Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê şehîd bû

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê ragihand ku Xalid Riyaz Ehmed Siltan ciwanê 26 salî yê filistînî li pey êrîşên Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê şehîd bû.

Li gorî rapora ajansa filistînî ya nûçeyan a Sefayê, Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê êrîşî ser navçeya El Selatînê li Bêyt lahiyayê li bakurê Zîvala Xezeyê kirin  ku di encamê da hejmareka filistîniyan birîndar bûn.

Li êrîşa şeva bihurî heta sibeha îro Sêşemiyê, firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê pênc filistînî şehîd bûne.

Li êrîşên Yekşemiyê bi şev jî heft filistînî şehîd bûn û bi vî rengî hejmara şehîdan heta niha bûye 12 kes.

Her wiha li gorî nûçeyên herî dawiyê, li şer û pevçûna navbera filistîniyên Xezeyê û siyonîstan du sioyonîst hatine kuştin û derdora 70 kes ji wan jî birîndar bûne.

Rêjîma Syonîst heta niha şeş cihên rûniştinê û ne-leşkerî li Zîvala Xezeyê ji wan Kanala têlêvîziyoniya El Eqsayê, avahiya El Rehmeyê li taxa Şêx Rizwanê her wiha hin mal li Refeh, Benî ASuheyla, Erz El Şentiyê dane ber êrîşê.