Mijdar 13, 2018 17:56 Asia/Tehran
  • Civîna awarte ya Kabîneya Rêjîma Siyonîst ji bo hilkolandina rewşa Xezeyê; Îro

Kabîneya Rêjîma Siyonîst ji bo hilkolandina dawîn guhertinnê Zîvala Xezeyê, îro anku Sêşemiyê civîneka awarte li dar xist.

Li gorî rapora Malpera Ehdê ya Libnanê, Civîna awarte ya Kabîneya Rêjîma Siyonîst wek berteka li hemberî komên Berxwedana Îslamî li hemberî destdirêjiyên vê rêjîmê ser Zîvala Xezeyê hat lidarxistin.

Li vî halî rojnameya siyonîstî ya Mearîvê tevî amajeya b êrîşên mûşekî yên dûdar û berfireh ên komên Berxwedana Filistînê li ser bajarokên siyonîstnişîn, nivîsî: Bi dehan malbatên israîlî neçar bûne ku terka malên xwe li erdên dagirbûyî bikin.

Vê rojnameya Israîlî tevî amajeya bi tirs û xufa bajaroknişînên siyonîst ji mûşekên Berxwedanê li erdên dagirbûyî nivîsî: Bajaroknişîn rewşa niha ya ewlehiyê  nahemilînin/

Ji aliyê din va Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) jî bi daxûyaniyekê tevî amajeya bi peyama gordanên Qesam û odeya operasiyona hevpar a hêzên Berxwedanê bo siyonîstan derbarê dûhatên pêkanîna her cûre cinayetekê li Zîvala Xezeyê ragihand: Berxwedan operasiyona xwe bi awayekî li gorî bernameyê û deqîq cih tîne û zêdetir ji viya ku li fikra hejmara operasiyonan be, bala xwe dide ser diqet û çawaniya wan.

Hêzên Berxwedana îslamî ya Filistînê wek berteka li hemberî êrîşên vê dawiyê yên siyonîstan li ser Zîvala Xezeyê, heta niha zêde ji 400 mûşek kewkî ser deverên dagirkirî kirine û di encamê da bi hezaran bajaroknişînên siyonîst li derdora Zîvala Xezeyê neçar man ku terka malên xwe bikin.