Cotmeh 22, 2018 10:50 Asia/Tehran
  • Êrîşa çekdarên siyonîst ser Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê

Çekdarên Rêjîma Siyonîst Yekşemiyê bi şev bi êrîşa ser navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, herîkêm 10 filistînî girtin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Li gorî rapora mêdyayên filistînî, li pey vê êrîşê pevçûneka giran navbera çekdarên siyonîst û welatiyên filistînî qewimî.

Çekdarên siyonîst her rojê bi mehneyên cûrbicûr êrîşî ser malên filistîniyan li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Qudsê dikin.

Li gorî amarên fermî yên Filistînê, derdora heft hezar filistînî di nav zindanên Israîlê da ne.

Ji aliyê din va desteya hereketa neteweyî li Filistînê ragihand: Tevgerên deryayî û xwenîşandana mafê vegeriyanê û betalkirina dorpêça Zîvala Xezeyê heta serêxwegirtina armancên têkildar dê were domandinê û sêzdehemîn meşa deryayî li vê navçeyê jî berêvara îro anku Duşemiyê dê dest pê bibe.

Di duazdehemîn meşa deryayî ya ji bo işkandina dorpêça Zîvala Xezeyê ku bi beşdariya zêde ji 20 qayîqan li dirêjahiya sînorên deryayî li bakurê Zîvala Xezeyê hat lidarxistin, çekdarên siyonîst ji gullereşandina ser beşdarên vê meşê, hinek ji wan birîndar kirin.