Cotmeh 22, 2018 09:42 Asia/Tehran
  • Nêtanyahû: Emê Xan Ehmerê wêran bikin

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li ser xerakirina tam a gundê filistînî yê Xan Ehmerê li rojhilata Qudsa dagirbûyî pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa filsitînî ya nûçeyan a Meayê, Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst dih anku Yekşemiyê got: Xerakirina gundê filsitînî yê Xan Ehmerê dê demeka zêde nekişîne û di demeka kurt a çend hefteyî da dê cih wwere.

Hejmareka makîneyên giran û hêzên artêşa Rêjîma Siyonîst ji bo xerakirina gundê Xan Ehmerê li derdora vî gundê filsitînî bi cih bûne.

Siyonîstan dil hene ku tevî xerakirina gundê Xan Ehmerê, rûniştiyên wir bi zorê veguhezînin cihekî din.

Bi xerakirina vî gundî ji billî awarebûna bi sedan filisîtniyan, têkilliya navbera navçeyên filsitînînişîn ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî dê were birrîn.