Cotmeh 21, 2018 20:52 Asia/Tehran
  • Berteka Waşîngtonê li hemberî sênarîyoya Erebistanê ya debarê kuştina Xaşiqçî

Piştî ku sazî û dezgehên navnetewî û rayedarên welatên curbicur helwesta xwe li dijî sênarîyoya Erebistanê ya derbarê kuştina rojnamevanê rexnekarê vê rêjîmê de ragihandin, Wezîrê Xizînedarîya Amerîkayê jî daxûyanîya Rîyazê ya di vî warî de bi kêmasî û netêrêkir bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Steven Mnuchin demlidest pişta rêjîma Seûdî girt û got: Hela zû ye ku basa sepandina boykotan ser Erebistanê de bê kirinê.

Steven Mnuchin di eynî halî de got ku li Konfiransa Sermayeguzarîya Erebistanê ya bi navê Dawûsa Çolê ya li Rîyazê pişkdar nabe.

Hewildana Wezîrê Xizînedarîya Amerîkayê ji bo bêdengragirtina mijara sepandina boykotan ser rêjîma Seûdî da, di halekî da ye ku Marco Rubio sênatorê Komarxwaz ê eyaleta Filorîdayê xwest ku ev rêjîma were boykotkirin.

Serokê Komsyona Sîyaseta Derve ya Parlimana Otrîşê Andreas Schieder jî ji YE`yê xwest ku ji ber kuştina rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî, boykotê ser Rîyazê de bisepîne.