Cotmeh 21, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Efûya Navneteweyî: Encama lêkolînên Riyazê li bara kuştina Xaşuqşî hitbara xwe tine

Efûya navneteweyî hewldana Rejîma Siûdî ji bo derketina ji bin sûça kuştina rojnamevanê rexnekarê vê rejîmê rexne kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Rêxistina Efûya navneteweyî raghand ku lêkolînên  serbixwe dikare rê li ber hewldanên Riyazê ji bo xwebêgunekirina li dosiya kuştina  Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê dewleta Erebistanê bigire ji ber ku encamên  lêkolînên vî welatî ti nirx û qîmeteke xwe tinen.

Rêxistina  Efûya Navneteweyî her wiha got: daxûyaniya  Riyzê li bara kuştina Xaşuqçî hewldaneke ji bo veşartina operasyona  teroreke  bi xuf e.

  Vê rêxistinê ji Erebistanê xwest ku bila demlidest cihê meytê Xaşuqçî ragihîne daku karzanên  serbixwe yên teşrîha leşê bikaribin bi lêkolîna  li gor pîvanên  navneteweyî, çawaniya  rastîn a kuştina wî kivş bikin. 

 Rêxistina Efûya navneteweyî her wiha destnîşan kir: Hin  dewlet bi sersariya li warê şopandina  bûyera kuştina Xaşuqşî, li dû parastina peymanên  çek û sîlehî û peywedniyên  bi sûd ên ticarî bi Riyazê re ne.