Cotmeh 20, 2018 15:24 Asia/Tehran
  • Operasiyona mûşekî ya artêşa Yemenê li dijî odeya operasiyonê ya Imaratê li rojavaya wî welatî

Yekîneya mûşekî û firokeyên bêfirokevan a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê odeya operasiyonê ya hêzên imaratî li perravên rojavayî yên wî welatî da ber êrîşê.

Li gorî rapora El Mesîreyê, Yekîneya mûşekî û firokeyên bêfirokevan a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li çend operasiyonan li dijî baregehên kirêgirtiyên ser bi hevpeymaniya siûdî li nêzikî navçeya Hîlanê, li şaristana Serwahê li parêzgeha Marebê ku dikeve navenda Yemenê, hin ziyan û derbeyên canî û cengî li destdirêjkeran xistin.

Li gorî nûçeyeka din, Mihemed Elî Husî Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê bi twittekê tevî amajeya bi rewşa dijwar a gelê Yemenê, nivîsî: Welatên cîhanê li hemberî birçîtiya gelê Yemenê ku hokara wê destdirêjiya Erebistanê û hevpûeymanên wî welatî bi piştevaniya Amerîkayê ye, berpirsyar in.

Li gorî gotina Stêfan Andêrson, Rêvebirê ofîa Bernameya cîhanî ya Xwarekê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (WFP) li Yemenê, duazdeh miliyon yemenî li bereberê metirsiya Xelayêî ne.

Pêştir Lîze Grandî (Lise Grande) hevahengkira karên mirovî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê hişyarî da ku dewaa şêrr li vî welatî, dê xelaya herî mezin a sedsalê pêk bîne.

Ji ber şerxwaziya Erebistana Siûdî û hevpeymanên vî welatî yên erebî ji wan Imaratê li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha zêde ji 14 hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Lê tevî van hemîyan Erebistanê û hevpeymaniya bin serokatiya vî welatî tu yek ji armancên xwe li vê destdirêjîyê bi dest nexistine.