Cotmeh 14, 2018 20:13 Asia/Tehran
  • Tirkîyê êrişên Rêjîma Sîyonîst ên ser xwenîşandana filistînîyan şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de êrişên vê dawîyê yên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê şermezar kirin.

Li gorî rapora malpera Rojnama Milliyet çapa Tirkîyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bal kişand ser şehîdbûna 7 filistînîyan û birîndarbûna nêzî 200 kes ji wan di encama êrişên leşkerên Israîlê de û ragihand: Bila Rêjîma Sîyonîst bizane ku bi kuştina filistînîyan û domandina sîyaseta şîdetê nikare gelê vî welatî ji mafên dîrokî û rewa yên wan bêpar bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di dewama daxûyanîya xwe de pêgirî li ser pêwîstîya parastina gelê Filistînê ji hêla hêzên navnetewî va kir û ragihand: Ev mijara niha bûye erkeke mirovî.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adara buhurî ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên vê meşê de heta niha nêzî 200 filistînî şehîd û zêde ji 21 hezar kes jî birîndar bûne.