Cotmeh 14, 2018 15:38 Asia/Tehran
  • Yemeniyan bona cara şeşim mûşeka Bedr-1 avêtin meqera siûdiyan di Erebistanê de

Yekîneyên mûşekî yên artêşa Yemenê û komîteyên gelanî şeva çûyî ji bo dayîna bersivê bo cinayetên Hevpeymaniya Siûdî bona cara şeşim mûşeka balestîk a Bedr-1 avêtin meqera leşkerên siûdiyî li devera Zehranê ya parêzgeha Esîra Erebistanê.

Li gor nûçeya IRIB Newsê Yekîneyên mûşekî yên artêşa Yemenê û komîteyên gelanî yên vî welatî çend saetan berî vê mûşeka Bedra-1, çar mûşekên balestîk ên Zelzal-1 jî li cihê civîna leşkerên siûdî li Necran û Esîrê yên başûra Erebistanê xistibûn.

Mûşeka Bedr-1 ku şeva çûyî li meqrea leşkerên siûdî ket mûşeka şeşan bû ku yemeniyan li meqera leşkerên Erebistana Siûdî di nav axa vî welatî lê têxin.

Ji aliyê din ve wezîrê tendirustiyê yê Yemenê ragihandiye ku herî kêm 3 milyon zarokên yemenî ji ber birçîbûnê û xwareka xirab li rewşa herî xirab û ber mirinê de ne.

Taha Ehmed El-Mutewekil herwiha got ku milyonek û 200 hezar jinên pêgiran ên yemenî jî ji ber nebûna xwarekê têra wan û xwareka baş ketine nav rewşeke pir xirab û diltezîn.

UNICEFê jî vê dawiyê ragihand ku rewşa mirovî li Yemenê ber bi karesat û sosretiyê diçe û sîstema tendirustî û dewa û dermanan li yemenê ji ber êrişên siûdî bitûm hilweşiyaye.