Cotmeh 13, 2018 16:36 Asia/Tehran
  • Daxwaza Zêrevanîya Mafên Mirovan ji bo derxistina Erebistanê ji Konseya Mafên Mirovan a NY

Sazîya Navnetewî ya Zêrvanîya Mafên Mirovan xwest ku Erebistan ji Konseya Mafên Mirovan a NY bê derxistin.

Li gorî rapora televîzyona Al Mayadeenê, Sazîya Navnetewî ya Zêrvanîya Mafên Mirovan xwest ku Erebistan ji Konseya Mafên Mirovan bê derxistinê û ji ber bêserûşûnbûna Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Erebistsnê boykot ser Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê de bên sepandin.

Sarah Whitson rêvebira Çiqa Rojhilata Navînê ya Zêrevanîya Mafên Mirovan pêgirî kir ku destê Erebistanê li bêserûşûnbûna Xaşiqçî heye û ji Amerîka, Ingilîs û YE`yê xwest ku peywendîyên xwe yên digel Erebistanê venihêrin.

Whitson pêgirî kir ku Erebistan di şerê Yemenê de jî qanûnên cengê binpê dike.

Cemal Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de piştî derbasî konsulxana Erebistanê ya li Istenboll bû, bêserûşûn bû.