Cotmeh 13, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • Êrîşa siûdiyan ser otobûsa awareyên yemenî: Herîkêm 15 kes hatin kuştin

Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî du otobûsên hilgirê awareyên yemenî li navçeya Cebel Reisê li parêzgeha Hudeydeyê dane ber bombeyan ku di encamê da 15 kesan jiyana xwe jhi dest da.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El Mesîreyê, Li êrîşa Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li ser otobûsa hilgirê awareyên yemenî, zêde ji 20 welatiyên yemenî jî birîndar bûn.

Giraniya êrîşê bi qasekê bûye ku çavkaniyên mêdyayî qala hitmala zêdebûna hejmara goriyên vê êrîşê dikin.

Li vî halî, Li şer û pevçûna navbera kirêgirtiyên siûdî û hêzên yemenî li başûrî Hudeydeyê, fermandarekî kirêgirtiyên siûdî bi giranî birîndar bû.

Li navçeya El Dureyhemiyê li perrava rojavayî  jî hejmareka kirêgirtiyên siûdî bi destê hêzên yemenî hatin kuştin an birîndar bûn.

Yekîneya endazyariyê ya Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi teqandina du bombeyan l navçeya El Muxedereyê li Servaha parêzgeha Marebê li navenda Yemenê, erebeyeka zirêhî ya kirêgirtiyên siûdî rûxandin.

Ji ber şerxwaziya Erebistana Siûdî û hevpeymanên vî welatî yên erebî ji wan Imaratê li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Lê tevî van hemîyan Erebistanê û hevpeymaniya bin serokatiya vî welatî tu yek ji armancên xwe li vê destdirêjîyê bi dest nexistine.