Rejîma Siyonîstî firîna balefirên emerîkî yên F-35`ê rawestand
Artêşa Rejîma Siyonîstî hemî balefirên cengê yên F-35 ê piştî ketina balefira cengê ya emerîkî ya F-35`ê du heftiyan berî niha li eyaleta Karolînaya başûrî ji ber pirsgirêka teknîkî ji banda firînê derxist
Pêştir medya nûçan raghandin: Piştî ketina balefireke cengê ji cureyaên herî giran ên dîroka cîhanê ji cureya balefirên cengê yên F a Emerîka ket astengiyê.
Piştî 28 ê Îlonê ku balefira cengê ya F-35 ê ya 100 milyon dularî, çekê herî giran ê dîroka cîhanê li derdora Biyafortê li Karolînaya başûrî ket, dayira bûyerên balefiran lêkolînên xwe ser vê bûyerê didomîne.
Li gorî rapora roja îniyê ya kanala nûçan a Rusiya El-Yewmê, artêşa Rejîma Siyonîstî li daxûyaniyekê bi îdiaya vê yekê ku hegera dreketina balefira cengê ya F-35 ê ji banda firînê, hilkolandina van balefirana piştî bûyera du heftiyan berî niha cih tê, diyar kir: Bûyera Karolînaya başûrî nîşan da ku vê balefirê li riya guhestina ardûyê bo matorê, pirsgirêka teknîkî hebûye.
Emîkam Norkîn fermandê hêza hewayî ya Rejîma Siyonîstî jî piştî bûyera ketina balefirekê ji balefirên cengê yên F-35 ê diyar kir: Emerîkayê biryar daye pirsgirêka vê balefirê hilkole û wê biceribîne.