Îlon 19, 2018 16:45 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî Amerîkayê ya karmendên filistînî yên UNRWA`yê li Gezzê

Zêde ji 13 hezar kes ji karmendên Ajansa Hawargiheştin û Peydakirina Xebatê ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) bi nîşana nerazîbûna li hemberî biryarên zalimane yên Amerîkayê l idijî vê Ajansê li deverên curbicur ên Gezzê dest bi xwenîşandanê kirin.

Dewleta Amerîkayê di dewama kiryarên bikîn ên dijî gelê Filistînê de ragihand ku alîkarîyên darayîyê yên bo UNRWA`yê ku berpirsê dabînkirina hêsankarîyan û raberkirina alîkarîyên insanî bi bi milyonan awareyên filistînî tê hesêb, birrîne.

Li gorî rapora Filistîn Al Yewmê, xwenîşanderan bi durişman kiryarên Amerîka û Rêjîma Sîyonîst ên li dijî filistînîyan şermezar kirin û pêgirî li ser pêwîstîya bifermînaskirina mafê vegerê yê awareyên filistînî kirin.

Rîyaz Malikî wezîrê karên derve yê Filistînê jî birrîna alîkarîyên darayîyê yên Amerîkayê bo Ajansa Hawargiheştin û Peydakirina Xebatê ji bo Awareyên Filistînî, binpêkirina tam a mafên navnetewî wesif kir.

Chris Gunness berdevkê UNRWA`yê berî vîya ragihandibû ku zêde ji 5 milyon awareyên filistînî dê ji ber biryara Waşîngtonê tûşî zîyanê bibin û bi hezaran filistînî ji wan zarok jî pêrgî pirsgirêkê bibin.

Ajansa Hawargiheştin û Peydakirina Xebatê ji bo Awareyên Filistînî di Kanûna sala 1949`ê de li gorî biryarnama Civata Giştî ya NY û bi armanca gîhandina alîkarîyê û peydakirina xebatê ji bo awareyên filistînî hat damezirandinê.