Îlon 19, 2018 11:51 Asia/Tehran
  • Pêgeheke Seûdîyan kete ber êrişa bi mûşekên Balistîk a Yemenê

Yekîneyên mûşekî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi mûşeka Balistîk êrişî ser pêgehekî hêzên Seûdî li navça Zehranê li başûra Erebistanê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Yekîneyên mûşekî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi mûşeka Balistîk a Bera 1 êrişî ser pêgeha El-Mustehdes a hêzên Seûdî li navça Zehranê li başûra Erebistanê kirin.

Hîn hûrgiliyên vê êrişê belav nebûne.

Qudreta berevaniya artêş û hêzên gelêanî yên Yemenê her roj zêdetir dibe û vê yekê ji bo rejîma alê Seûd nîgeranî çê kiriye.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî kirin. Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane  û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn . Herwiha di encama dorpêşiya xelkê yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya Erebî, ew ketin nav rewşeke diltezîn û belengaziyê.