Îlon 19, 2018 10:08 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna alîkarîyên darayîyê yên Erebistanê bo koma têrorîst a Minafiqînê

Malpereke Emmanî ji zarê hin endamên koma têrorîst a Minafiqînê, hûrgilîyên alîkarîyên diravî yên rêjîma Seûdî bo vê komê ragihandin û nivîsî: Rîyazê 3 ton Zêr dane endamên koma têrorîst a Minafiqînê.

Malpera Al Buwabe li Urdinê bal kişand ser piştgirîya Seûdîyan ji koma têrorîst a Minafiqînê û nivîsî: Ev rapora asta piştgirîya darayîyê ya Rîyazê ji vê koma têrorîst diselimîne.

Li gorî vê raporê, Mesûd Xudabende yek ji endamên berê yên koma têrorîst a Munafiqînê ku berpirsê dayra meseleyên ewelhîyê ya vê komê bûye, li hevpeyvîna digel malpera Al Buwabê gotîye: Ew û Mesûd Recewî serkirdê wê demê yê koma têrorîst a Munafiqînê di sala 1989`ê de bi iskorta hêzên Sedam serokomarê darvebûyî yê Iraqê çûne Erebistanê û dema vegerê 3 ton Zêr û herîkêm 4 çante tijî sietên Rolex digel xwe anîne.

Wî endamê payebilind ê berê yê koma têrorîst a Munafiqînê di vê raporê de gotîye: Rayedarên Seûdî ew xelatana li nav dezgeha ewelhîyê ya Tirkî Bin Feysel Alê Seûd, serokê wê demê yê Dezgeha Istixbaratê ya Erebistanê û Melik Evdila Bin Evdilezîz paşayê berê yê Erebistanê raberî endamên Munafiqînê kirine.

Wî herwiha gotîye: Zêr û kel û pelên din ên giranbiha bi saya tacirên ser bi Erebistanê li bazarên qaçax li Emman paytexta Urdinê dihatin firotinê û diravê wan jî bo hesabên endamekî Munafiqînê li welatên derveyî Kendava Farsê dihat veguhestin.