Îlon 18, 2018 21:35 Asia/Tehran
  • Tometbarkirina pûç a Îranê ji alîyê Erebistanê ve

Taxima wezîran a Erebistana Siûdî, li daxuyaniyekê îdiayên xwe yên pûç dijî Komara Îslamî ya Îranê, dubare kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, taxima wezîran a Erebistana Siûdî, roja sêşemiyê, Komara Îslamî ya Îranê ku yek ji cemserên sereke yên şerrê dijî terorîsma li navçê ye, tawanbar kir ku piştgîriya terorîsmê dike û xwest ku welatên din jî bona sekinîna li hember ya ku kiryarên bidijminatî yên Îranê da zanîn, hevkariyê bikin.

Erebistan hevrê ligel Amerîkayê, eva midehek e ku hin îdiayên derew dijî Îranê raber dike.

Komara Îslamî ya Îranê, roleka bingehîn li sekinîna li hember pîlan û kiryarên mêhwera amerîkî- siyonîstî- siûdî ya li navçê heye.

Tometbariya Erebistanê dijî Îranê li halekê ye ku Riyaz ketiye ber rexneyên navnetewî yên li ser ya ku li Yemenê diqewime.

Kiryarên Erebistana Siûdî yên bona piştgîriya ji terorîstan, şerrê li Yemenê û qeyransaziya li navçê, ev welata kiriye xizmetkarê armancên Amerîkayê û Rejîma Syonîst û ev karên wan bûne sedema zêdebûna kêşe û qeyrana li navçê.

Erebistan bi piştgîriya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve ev welata dorpêç kiriye.

Di encama şerxweziyên Erebistanê û hevgirtiyên wê yên li Yemenê de heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, bi dehan hezar kes aware bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.