Îlon 18, 2018 20:21 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara birîndarên êrişa ser xwenîşandana Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku hejmara birîndarên êrişa eskerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşanderên pişkdarê xwenîşandana Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê jorda çû.

Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê di daxûyanîyekê de ragihand ku hejmara birîndarên êrişa ser xwenîşandana Mafê Vegerê ku duh li Zîvala Gezzê hat lidarxsitinê, giheşte 95 kesan.

Berî vîya hatibû ragihandinê ku 26 kes birîndar bûne.

Ji destpêka xwenîşandana Mafê Vegerê JI 30`yê Adarê ve heta niha zêde ji 19 hezar filistînî di encama êrişên eskerên rêjîma Israîlê ser xwenîşanderan e birîndar bûne.

Ji hêla din ve, 136 sîyonîstên bajaroknişîn di çarçova bêrêzîyekê de bi piştgirîya leşkerên vê rêjîmê êrişî mizgetva Al Aqsayê kirin û durişmên dijî misilmanan qêrîyan.

Ji hêla din ve leşkerên rêjîma Israîlê îro êrişî rêvebirê mizgevta Al Aqsayê û karmendên Dayra Ewqafê ya vê mizgevtê kirin.