Îlon 18, 2018 19:44 Asia/Tehran
  • Li bakûr û başûrê Yemenê xisarên giran li kirêgirtiyên Siûdî ketin

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, êrişa kirêgirtiyên Siûdî ser navça Heyfanê li parêzgeha Teêzê li başûrê rojava ya Yemenê, pûç kirin û xisarên zav li wan xistin û gelek ji wan kuştin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera nûçeyan a El Ehdê ya Libnanê, artêşa Yemenê herwiha trombîleka leşkerî ya kirêgirtiyan li parêzgeha Cewfê li bakûra Yemenê rûxandin. Hîn hûrgîliyên van êrişana nehatine weşandin.

Kanala televîzyonî ya El Meyadîn a Libnanê ragihand: Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, kontrola hin bargehên nû yên li rojhilata parêzgeha Beyzayê li navenda Yemenê girtine destê xwe.

Di eynî demê de balafirên Siûdî hin navçeyên li parêzgeha Hedîde ya li rojavaya Yemenê dan ber bombeyan ku di encamê de hejmarek kesên sivîl û masîgirên yemenî hatin kuştin.

Erebistan bi piştgîriya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara sala 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve ev welata dorpêç kiriye.

Di encama şerxweziyên Erebistanê û hevgirtiyên wê yên li Yemenê de heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, bi dehan hezar kes aware bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.