Îlon 18, 2018 19:43 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Rûsîyê sefîrê rêjîma Israyîlê vexwend

Sefîrê Rêjîma Sîyonîst li Moskowê, bi dû jordaxistina balafira rûsî ji hêla balafirên cengê yên vê rêjîmê li esmanê Sûrîyê, ji hêla wezareta karên derve ya Rûsîyê va hat vexwendin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Rianuvesîtîyê, wezareta karên derve ya Rûsîyê îro bi vexwendina Gary Koren sefîrê Rêjîma Sîyonîst li Moskowê, nerazîbûna Rûsîyê ji ber jordaxisitna balafireke leşkerî ya vî welatî li esmanê Sûrîyê ji hîla balafirên cengê yên rêjîma Israîlê ve ragihandinê.

Sergeyî Şoygo wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê îro Avîgdor Lîbêrman wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst hişyar kir ku Moskow, Telavîvê berpirsê tam ê candayîna 15 leşkerên Rûsyayê dizane.

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê îro ragihand ku balafireke leşkerî ya vî welatî ya ji cûra Ilyushin 20 (IL-20) ku 15 leşker têde bûn, li nêzîkî baregeha hewayî ya Hemîmîmê li parêzgeha Laziqîyê li bakura rojavaya Sûrîyê ser radarê nehat xûyanê.

Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê bi ragihandina vê yekê ku balafira wendabûyî ya vî welatî dema êrişên hêzên Rêjîma Sîyonîst ser Laziqîyê di encama berteka mertala hewayî ya Sûrîyê bûye armanc, pêgirî kir ku firokevanên sîyonîst balafira Rûsyayê wekî mertal bi kar anîne.

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê herwiha ragihand ku Moskow vî karê Rêjîma Sîyonîst neberpirsane, biqest û dijminane dizane û ji ber ku 15 leşkerên Rûsyayê di encamê de hatin kuştinê, Moskow mafê xwe dizane li hemberî vî karê rêjîma Israîlê bertekê nîşan bide.