Îlon 18, 2018 18:37 Asia/Tehran
  • Serokwezîra Ingilîsê: Em li pişta Israyîlê ne

Serokwezîra Ingilîsê li mêvandarîya lobîyeke sîyonîstan, careka din pêgirî li ser emekdarîya xwe li hemberî rêjîma narewa ya Israîlê kir.

Theresa May serokwezîra Ingilîsê şeva buhurî li civîna Yekitîya Cihûyên Israîlê pêgirî kir, ew ê li hemberî tişta ku ``dijberîya li hemberî Cihûyan û belavkirina nefretê`` bi nav dikin bisekine û pişta Israîlê bigire.

Serokwezîra Ingilîsê herwiha peywendîya kûr a London û Tel Avîvê şirove kir û bal kişand ser babetên wekî cejna sedemîn salvegera Daxûyanîya Balforê û seredana vê dawîyê ya şahzade William newîya xatûn Êlîzabêtê bo Filistîna Dagirbûyî.

Dewleta Ingilîsê di sala 1917`ê debi ragihandina Daxûyanîya Balfourê yek ji damezirînerên sereke yên rêjîma narewa ya Israîlê ye.

Serokwezîra Ingilîsê bêyî ku amajeyê ser êrişa leşkerên sîyonîst ser sivîlên filistînî ku pêrgî nerazîbûna berfire ya civaka cîhanî bûye bike, basa mafê Israîlê yê xweparastinê kir.

Theresa May`yê herwiha got ku di dewra serokwezîrtîya wê de, Ingilîs hertim şirîkê bawerpêkirî ji bo Israîlê bûye û ev yeka dê bidome jî.

Gotinên serokwezîra Ingilîsê derbarê piştgirîya ji Rêjîma Sîyonîst de li halekî ne ku gelê Ingilîsê hertim nerazîbûna xwe li hemberî nifûza sîyonîstan ser sîyasetên vî welatî nîşan didin.

Zêde ji 10 hezar welatîyên ingilîsî vê dawîyê bi wajokirina nameyekê xwestin ku dewleta Theresa May`yê derheq meseleya nifûza Rêjîma Sîyonîst li welatê xwe bersivê bide.