Tebax 14, 2018 11:52 Asia/Tehran
  •  Êrişa siyonîstan ser kampa El-Em`erî

Eskerên Rejîma Siyonîstî êriş kirin ser kampa El-Eme`rî li kêleka rojava ya çemê Urdinê û mala Letîfe Ebûhemdî têkoşera jina filistînî dorpêç kirin.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya  Mêhr News`ê û ji zarê Wefa News`ê, kiryarên bi dijminatî yên siyonîstan li dijî welatiyên filistînî li erdên dagirbûyî tim didome û siyonîst  ji bo kavilkirina mala Letîfe Ebûhemîd, têkoşera jin a filistînî amade dibin.

  Letîfe Ebûhemdî diya şehîdekî û 6 hêsîrên  filistînî ye.  Li gorî rapora çavkaniyên  fermî yên Filistînê, li meha buhurî, 520 filistînî li encama êrişa eskerên siyonîst ser navçên  curbicure kêleka  rojava ya çemê Urdinê hatin girtin.

 Li nava girtiyan, 69 zarok, 9 jin û 5 nûçegîhan hene.

 Li gorî rapora çavkaniyên filistînî, hejmara hêsîr û girtiyên filistînî li zindanên  dagirkiran heya 31 Tîrmeha 2018`an, 6 hezar hêsîr ji wan 53 jin û sê keçên  nûgîha û hejmara zarokên girtî,300 kes bûne.