Tebax 14, 2018 11:11 Asia/Tehran
  •  Êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser Hudeyda Yemenê, endamên malbatekê hatin kuştin

Li êrişa siba sêşemiyê ya balefirên cengê yên Rejîma siûdî ser bajarê Derîhmî li parêzgeha Huideydê li rojava Yemenê malbateke pênc kesî ya yemenî hatin kuştin.

 Balefirên Rejîma siûdî pêncşemiyê 2 Tebaxê jî nexweşxana  El-Sewrê ya bajarê Hudeydê bombebaran kirin. Li vê cinayetê, herîkêm 60 welatiyên yemenî hatin kuştin û zêde ji 100 kes birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.