Tîrmeh 17, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • Misrê derbasgeha Refehê girêda

Li dû girêdana derbasgeha bazirganiyê ya li ser sînorê Gazê ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve, dewleta Misrê jî hevdeng li gel Têlavîvê, derbasgeha sînorî ya Refehê girêda.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Misrê roja sêşemiyê derbasgeha sînorî ya Refehê ya ser sînorê Zîvala Gazê ji her du aliyên Filistîn û Misrê ve girêda.

Misrê roja duşemiyê otûbûseka rêwîhilgir ji Zîvala Gazê ve vergerand û ragihand ku ev yeka ji ber pirsgirêka teknîkî bûye.

Rayedarên Misrê li meha Remezanê derbasgeha Refehê vekiribûn û  dema wê ji bo mehekê jî dirêj kiribûn.

Xelkê rûniştiyê Zîvala Gazê, dixwezin ku derbasgeha Refehê ji bo hertimî were vekirin lê Rejîma Siyonîst nifûza xwe ya li Qahirê bi kar tîne û nahêle ku ev derbasgeha bi awayekî hertimî vebibe.