Tîrmeh 16, 2018 17:59 Asia/Tehran
  • Dewama girtina fislitîniyan ji aliyê Rêjîma Siyonîst va

Çekdarên Rêjîma Siyonîst berbanga îro Duşemiyê tevî êrîşa li ser navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê 18 filsitînî bêyî sûcê wan bi wan ra bidin nasandin, girtin.

Li gorî rapora YJC`yê ji zarê mêdyayên filsitînî, Di dewama êrîşên çekdarên Rêjîma Siyonîst li dijî welatiyên filsitînî navbera siyonîstan û rûniştiyên filsitînî yên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê pevçûn derket.

Çekdarên siyonîst her wiha dest danîn ser gellek ji çavkaniyên malî li pêvajoya êrîşa ser malên filsitîniyan li Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her wiha êrîş birin ser bajarokê El Ramê li bakurê Qudsa dagirbûyî û bi bombeyên dengî û gazên jehrî li dijî filistîniyan êrîşî ser firoşgeh û dûkanên welatiyan li vî bajarokî krin.

Xortên navçeyê jî kevir avêtine çekdarên siyonîst.

Li vî halî bi sedan kes ji rûniştiyên Heyfayê Yekşemiyê bi şev bi lidarxistina xwenîşandanê hevgirtina xwe digel rûniştiyên Zîvala Xezeyê ragihandin.

Xwenîşanderan tevî şermezarkirina destdirêjî û êrîşên firokeyên şêrr ên Israîlê ser Zîvala Xezeyê, daxwaza rakirina dorpêça vê zîvalê kirin.

Polîsê Rêjîma Siyonîst hevdem digel lidarxistina vê xwenîşandanê, tevdîrên giran ên ewlehiyê cih anîn.