Tîrmeh 15, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • Rêjîma Sîyonîst çend saetan piştî agirbesê, careka din Gezze da ber bombeyan

Balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst di sietên destpêka îro de çend sietan piştî agirbesê, meqera Berxwedana Filistînê li rojhilata Gezzê bomberan kirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Jazeerê, agirbesa ku bi navbeynkarîya Misrê di navbera Rêjîma Israîlê û Berxwedana Filistînê de li Gezzê hatibû ragihandinê, çend sietan piştî destpêbûnê, ji hêla Rêjîma Sîyonîst ve hat binpêkirin.

Artêşa Rêjîma Sîyonîst idia kir, 2 gulleyên hawanê îro li bajarokên Gelaf Gezzê ketin ku ji alîyê Zîvala Gezzê ve hatibûn avêtinê û wek berteka li hemberî vê yekê jî doşikên avêtina mûşekan ên Berxwedanê bûn armanc.

Ûfir Cindilmen berdevkê serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst jî şeva çûyî ragihand ku Natanyahû bi Avîgdor Lîbermen wezîrê cengê û serokerkanê artêşê û fermandeyên ewelhîyê re civîya û wan biryar dan ku opêrasyoneke xurt li hemberî êrişên HAMAS`ê li dar bixin.

HAMAS`ê ragihandibû ku di encama navbeynkarîyên navçeyî û navnetewî de lihevkirineke agirbesê di navbera Komên Berxwedanê û artêşa rêjîma dagirkir de pêk hat.

Ji duh serê sibê ve zincîre-êrişên balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser Gezzê destpê bûn ku di encamê de 2 zarok şehîd û 30 kes jî birîndar bûn. Komên Berxwedanê jî di bersiva vê yekê de çend rokên avêtin meqerên artêşa Israîlê li nêzîkî Gezzê ku di encamê de çend kes birîndar bûn.

Li gorî gotina berdevkê artêşa Rêjîma Sîyonîst, mertala mûşekî ya Gumbêza Hesin a vê rêjîmê 20 rokêt ji 100 rokên ku Komên Berxwedanê avêtibûn, şopandin.