Pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Erebistanê
Li encama pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Erebistanê li qereqoleke sînorî li Necranê li başûrê vî welatî, pênc kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdullah El-Eşûrî, berdevkê polîsê navça Necranê, îro yekşemiyê li daxûyaniyekê ku medya siûdî weşandin, raghand ku şemiyê şevê yek ji hêzên ewlehiyê li qereqola sînorî ya Necranê ber bi hevkarên xwe ve gulle avêt ku li encama wê sê kes hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Heftiya buhurî jî eskerek li nexweşxana Melik Selmanê ya Riyazê dest bi gulle avêtinê kir ku li encama wê kesek birîndar bû.
Eva di halekê de ye ku piştî weşandina hin vîdyoyan ji eskerên siûdî li torên civakî ku ji ber rewşa xwe li bereyên cengê li başûrê vî welatî gazinde ne, Muhemed Bin Selman welîehd û wezîrê berevaniyê yê Rejîma Siûdî teqez kir ku hemî hêzên artêşê bi taybet yên ku li sînorên Erebistanê tev Yemenêne, mafê tomarkirina fîlmê tine ne.
Piraniya çavdêrên siyasî ser vê bawerê ne ku siyasetên Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî bêewlehiya li welêt zêde kiriye.