Dijberiya Rûsiyê li hember daxwaza siyonîstan li bara Sûriyê
Medya siyonîstî nivîsî , Rûsiye li hember daxwaza Rejîma Siyoîstî ji bo tiştê ku dûrkirina hêzên îranî û Hizbullaha Lubnanê ji 80 Kîlomitriya sînorê Filistîna dagirbûyî tev Sûriyê da zanîn, dijberî kiriye.
Li gorî rapora îniyê şevê ya IRNA`yê, rojnama siyonîstî ya Yedîot Aharanortê nivîsî: Teşkîlata eskerî ya Rejîma Siyonîstî ji Rûsiyê xwestiye ku bila ev kiryara carê weke kiryareke demkî cih were ku ev daxwaza rastî dijberiya rûsan hatiye.
Ev rojnama îsraîlî her wiha bal kişand ser serketina hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li başûrê vî welatî û dinvîse ku hêzên Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li pêşeroja nêzîk bi awayekî tam û tekûz dê kontrola bilindahiyên Golanê bi dest bixin.
Di hemen demê de , Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyopnîst vê heftiyê sefera Rûsiyê kir. Ji destpêka îsal, eva sêhem sefera Nêtanyahû bo Rûsiyê bû.
Serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja Pêncşemiyê li hevdîtina tev Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê li bara rêketina navokî, mesela Sûriyê, rewşa Rojhilata Navîn û mijara Filistînê gotûbêj kir.
Serketina artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li başûrê vî welatî û işkesta terorîstan li vê navçê, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî hêrs kiriye.