Tîrmeh 14, 2018 11:03 Asia/Tehran
  •  Şehadeta filistîniyekî û birîndarbûna bi dehan kesan li 16`mîn îniya xwenîşandana  mafê vegerê

Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li zîvala Gazayê raghand: Li 16`mîn îniya xwenîşandana mafê vegerê, nûgîhayekî filistînî şehîd bû û 68 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars News`ê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li zîvala Gazayê her wiha got: Usman Ramî Heles, nûgîhayê 15 salî yê filistînî li encama gulleavêtina eskerên Rejîma Siyonîstî li rojhilata  zîvala Gazayê şehîd bûye.

 Şanzdehimîn  îniya xwenîşandana  mafê vegerê bona hevgirtina bi xelkê gundê Xan Ehmerê ku di ber destdirêjî  cinayetên  Rejîma Siyonîstî de ne, îniyê, emegdariya xwe bo El-Xan El -Ehmerê hatiye binavkirin.

 Siyonîstan li heftiyên buhurî dixwestin ku bi xopana  gundê Xan Ehmerê li Kêleka  Rojava ya Çemê Urdinê, bajarokên siyonîstî li vê navçeyê berfireh bikin.

 Meşa bi aşitî ya  mafê vegerê ji 30 Adarê ve  bi muansibeta  roja erdê li zîvala Gazayê û erdên  dagirbûyî destpê bûye û tim didome.

 Filistîniyn bi beşdariya berfireh li xwenîşandanên mafê vegerê nêzîkî sînorên  zîvala Gazayê hewl didin ku ser mafê vegerê ya awareyên  filsitînî bo erdên  dagirbûyî û pêwîstiya  îbtalkirina  zîvala Gaazyê teqez bikin.

 Niha li xwenîşandana mafê vegerê ,145 filistînî ji aliyê eskerên  Rejîma Siyonîstî hatine şehîdkirin û nêzîkî 16 hezar kesên din  jî birîndar bûne ku halê deh kes ji wan xirab e.