Tîrmeh 14, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê, bajarokên siyonîst mûşekbaran kirin

Hêzên berxweana Filistînê li zîvala Gazayê siba pêncşemiyê li bersiva êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîstî ser vê zîvalê, hejmarek ji bajarokên siyonîstî dan ber êrişên mûşekî.

 Li gorî rapora IRNAyê, Hêzên berxwedana Filistînê, çend mûşek ber bi bajarokên  siyonîstnişîn, ên Sedîrot û Eşkolê li erdên dagirbûyî avêtin.

 Çavkaniyên herêmî raghandin ku  zengilên  xeterê li başûrê Filistîna dagirûyî hatine lêxistin.

 Balefirên cengê yên Rejîma  Siyonîstî vê sibê, bakur û navenda zîvala Gazayê dabûn ber êrişên  mûşekî.

 Rejîam Siyonîstî ji Kanûna  buhurî va dewra teze ya êrişên hewayî ser zîvala Gazayê xistine rojeva xwe.

 Li encama  êrişên Rejîma Siyonîstî ser zîvala Gazayê heya niha  bi hezaran  filsitînî şehîd an birîndar bûne.

  Zîvala Gazayê ji sala 2006`an va bin dorpêça  bejahî û deryayî ya Îsraîlê de ye û xelkê vê zîvalê rastî pirsgirêkên zav hatine.