Hezîran 25, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya yemeniyan ser Riyazê

Bingehên Seûdî yekşemêşev ji êrişa mûşekî ya artêşa Yemenê ser Riyazê xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Xebatkarên torên civakî ji Riyazê paytexta Erebistanê jî ragihandine dengê çend teqînan ji nav vî bajarî hate bihîstin.

Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandin ku wan bi moşekên balîstîk yên Borkan H 2 êrişî ser avahiya wezareta berevaniya Erebistanê û çend avahiyên paşahê Erebistanê li Riyazê kirine.

Sîstema berevaniya mûşekî ya Erebistanê jî ragihandiye yek ji van mûşekan li ser esmana Riyazê kirine hedef.

Eva li halekê ye ku Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihandiye hemû ev mûşekên wan ku şandine Riyazê li hedefên ji pêş kifşbûyî ketine.

Hîn raporek li ser hejmara kuştî yan kaviliyên van êrişan belav nebûne.