Hezîran 24, 2018 20:26 Asia/Tehran
  • Di navbera Filistîna Dagirbûyî û Erebistanê de rêya hesin tê danîn

Kanala 2 ya televîzyona Israîlê ragihand ku Bênyamîn Natanyahu serokwezîr û Israîl Kats wezîrê rê û veguhestinê yên Rêjîma Sîyonîst ji bo destpêkirina danîna rêya hesin a di navbera Filistîna Dagirbûyî û Erebistanê de lihev kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, ev rêya hesin wekî korîdora ticarî, Filistîna Dagirbûyî bi welatên ereb ên derdora Kendava Farsê û taybetî jî Erebistanê va girêdide.

Dans Fays şirovekarê Kanala 2 a televîzyona Rêjîma Sîyonîst got: Ev rêya hesin dê ji şarê Cênînê li pişka wî perrê bakura Rexê Rojava û derîyê sînorê yê Urdinê va derbas be û ji wir va bigihêje Erebistanê.

Vî şirovekarê sîyasî pêgirî kir, dewleta Amerîkayê dê xercên vê projê dabîn bike û armanca danîna vê rêya hesin jî bihêzkirina têkilîya Rêjîma Sîyonîst û Erebistanê ji bo sekinîna li hemberî wan welatan e ku nadin dû sîyasetên Rêjîma Sîyonîst û rêjîma siûdî.

Di mehên vê dawîyê de demajoya asayîkirina peywendîyên hin welatên ereb digel Rêjîma Sîyonîst gurr bûye û welatên ereb ên sazişkir ên wek Erebistanê ev peywendî zêdetir aşkira kirine.