Hezîran 21, 2018 11:01 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêzên hevalbendîya ereban li rojavaya Yemenê hat kuştin

Çavkaniyên leşkerî yên Imarata Erebî ragihandin ku fermandarê hêzên Hevalbendîya Ereban a bi serkirdetîya Erebistana Siûdî li rojavayê Yemenê hat kuştin.

Li gor nûçeya televîzyona El-Alemê ku dispêre çavkaniyekî leşkerî yê Imarata Erebî, fermandarê hêzên Hevalbendîya Ereban a bi serkirdetîya Erebistana Siûdî di encama êrişa bi mûşekan a balafira bêfirokevan a hêzên yemenî de li qeraxê rojavaya vî welatî hat kuştin.

Li gorî vê raporê, çavkanîyek nav hêzên yemenî ragihand ku di êrişa li rexê rojavaya Yemenê de bi dehan leşkerên kirêgirtî û destdirêjker hatin kuştin, 20 wesayîtên zêrêhî hatin îmhakirin û 10 jî hatin desteserkirin.

Hêzên hevalbendîya destdirêjkir a ereban bi serkirdetîya Erebistanê eva çend roj in ku opêrasyonek ji bo dagirkirina bendera Hudeydê ya Yemenê destpê kirine lê tûşî derbên giran bûne.