Erebistanê daxwaza zêdekirina berhemanîna nifta OPEC`ê kir
Bereberê civîna wezîrên niftê yên welatên endamê OPEC`ê, wezîrê enrejiyê yê Erebistanê, daxwaza zêdekirina asta berhemanîna nifta vê rêxistinê kir.
Li gorî rapora berêvara roja çarşemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê France Pressê, Xalid Bin Ebdulezîz El-Falih wezîrê enerjiyê yê Erebistanê got: Em hewl didin ku aramî û istiqrara bazarên niftê vegere û ji bo gihêştina bo vê armancê her karê ku pêwîst be,emê bikin.
Em bi dilniyayî dibêjin ku mesela kêmasiya niftê di rojevê de nîne . Gotinên wezîrê enerjiyê yê Erebistanê di halekê de ye ku pêştir Îranê pêvajoya zêdekirina asta berhemanîna nifta OPEC`ê, siyaseta dîktebûyî ya Waşengtonê bo Riyazê raghand.
Donald Trump, serokkomarê Emerîkayaê jî pêştir OPEC bi hewlana ji bo zêdekirina buhaya nifta xav li bazarên cîhanî tawanbar kir. Trump got ku buhaya niftê pir zêde bûye. Eva karê OPECê ye û qet karekî baş nîne.