Hezîran 20, 2018 18:38 Asia/Tehran
  •  Êrişên balefirên cengê yên siûdî ser çend parêzgehên Yemenê

Balefirên cengê yên siûdiyan çend caran hin navçên parzêgehên Hece, Beyza Û hudeydê yên Yemenê bombebaran kirin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  Mêhr Newsê, û ji zarê El-Mesîrê, balefirên cengê yên Rejîma Siûdî , navça  Sebranê li parêzgeha Hecê li rojava Yemenê dan ber êrişên xwe yên herî giran.

Balefirên cengê yên  siûdiyan her wiha  trimbêleke  li gundê El-Serhatê yê bajarê Bîkêl El-Mîrê li parêzgeha  Hecê ya Yemenê dan ber êrişan.

  Balefirên  siûdî çend caran yek ji navendên  peywendiya  telefonî yên bajarê Nemanê li parêzgeha  Beyzayê li başûrê Yemenê bombebaran kirin.

  Di hemen demê de, êrişa balefirên siûdî ser kolana  Senayê li bajarê Hudeydê yê Yemenê, 10 kes hatin kuştin  an birîndar bûn û  çend malan xisar dîtin.

 Hêzên artêşa Erebistanê jî çend mûşek ber bi hin navçên  bajarê El-Zahirê yê parêzgeha  Senayê ya Yemenê avêtin.

Erebistanê ji Adara 2015`an  bi hevpeymaniya  çend welatên  ereb  û bi çiraya kesk a Emerîkayê bi berfirehî dest bi êrişa ser Yemenê, welatê herî xizan ê ereb ku bi mehna  vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî ser qawetê,  bighêje armanc û zêdaxwaziyên  xwe yên siyasî.Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.