Berteka HAMAS`ê li hember derketina Emerîkayê ji Konseya Mafên Mirovan
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) îro çarşemiyê di daxûyaniyekê de derketina Emerîkayêl ji Konseya mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yebûyî, nîşana lawaziya vî welatî li warê pînekirina kiryarên destdirêjkirane da zanîn.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehda Lubnanê, HAMAS`ê her wiha derketina Emerîkayê ji Konseya mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî sedema gurrbûna tecrîda navneteweyî ya Rejîma dagirkirê Îsraîlê da zanîn.
Hevgav Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxisrtina Neteweyên Yekbûyî jî vê sibê îro li daxûyaniyekê li bara derketina Emerîkayê ji Konseya Mafên Mirovan a Rêxistian Neteweyên Yekbûyî mixabiniya xwe da diyarkirin.
Ji aliyê din ve Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siynîstî li bara biryara Emerîkayê ji bo derketina ji Konseya Mafên Mirovan spasî kir.
Mayk Pompêo wezîrê karên derve û Nîkî Hêylî nûnera dayim a Emerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî duh sêşemiyê, biryara Donald Trump serokkomarê vî welatî ya derketina ji Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî raghandin.
Derketina Emerîkayê ji Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, piştî işkesta vî welatî li derketina Rejîma Siyonîstî ji bernama karê dayim ê vê konseyê cih hat.
Emerîka pêştir jî ji Rêxistina Hîndekarî, Zanistî û çandî yên Neteweyên Yekbûyî, UNESCO ku 4 Hezîrana 2017`an li biryarnama li dijî îsraîlî ku her cure xwedaniya Telavîvê ser Beytulmuqdesê red kir, derketibû.