Hezîran 19, 2018 19:48 Asia/Tehran
  • Depoya çekan a êrişkerên Siûdî li Hudeydê hate rûxandin

Çavkaniyeka leşkerî ragihand ku depoya çekan a êrişkerên Siûdî bi destê hêzên berxwedana Yemenê li parêzgeha Hudeydê li rojavaya vî welatî hate rûxandin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Mesîre ya Yemenê, hêzên berxwedanê yên Yemenê, depoya çekan a êrişkerên Siûdî li başûrê navça Derîhemiyê li Hudeydê rûxandine ku li dû agirpêketina vê cebilxaneyê, çend teqîn qewimîn.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê berî niha jî ragihandibûn ku rêyên alîkarîgihandina kirêgirtiyan li navçeyên Derîhemî û El Meclîsê li perrava Rojavayî ya Hudeydê hatine birrîn.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwiha cihê kombûna leşkerên Siûdî li rojavaya Mecazê li navça Esîrê li başûrê Erebistanê kirine armanc ku di encamê de hejmarek ji leşkerên Siûdî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyeka din a ji Yemenê jî êrişên mûşekî û topxaneyî yên hevalbendiya lêrişker a Siûdî ser navçeyên xelktêde yên li taxa Razehê li Seide ya Yemenê zêde bûne.

Hat ragihandin ku milîsên husî li qeraxa rojava ya Yemenê 160 leşkerên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike dîl girtin.

Hevalbendiya Erebî ji bo kontrolkirina bajarê El-Hudeydê bi dest bixe operasyoneke hewayî, deryayî û bejayî dabû destpêkirin.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne. Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

 Rejîma Siûdî û hevpeymanên wê heya niha ji ber berxwedana xelkê Yemenê nekarîne bighêjine aramncên xwe.