Hêzên gelanî yên Yemenê 160 leşkerên Hevalbendiya Siûdî dîl girtin
Hêzên gelanî û husî yên Yemenê li qeraxa rojava ya Yemenê 160 leşkerên Hevalbendiya Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike dîl girtin.
Li gor nûçeya El-Meyadeenê ya LIbnanê, endamê ofîsa siyasî yê Komîteya Gelanî ya Yemenê Elî el-Ammad di axaftina xwe de got: "Hejmara leşkerên ku dîl hatine girtin yên Koalîsyona(Hevalbendiya) Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike gihîşte 160 kesan. Leşkerên koalîsyonê ji aliyê hêzên gelanî û komîteyên sivîl ve dîl hatin girtin."
Elî el-Ammad di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku leşkerên dîl hatine girtin ji bo ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ve neyên hedef girtin birine derveyê bajarê el-hudeydeyê.
Koalîsyona Siûdî ji bo ku kontrola bajarê el-Hudeydeyê bi dest bixe ji her aliyekê ve ji derya, bejahî û hewayê êrişî ser vî bajar û sivîlên li wir dike, lê li gor ragihandina hêzên gelanî û komîteyên berxwedanê yên Yemenê koalîsyona siûdî heta niha xisar û windayiyên zav dane û negihêştine ti armanceke xwe.