Hezîran 17, 2018 12:59 Asia/Tehran
  •  Êrişa destdirêkiran ser binavhiyên tendrustiyê yên Hedeydeyê bi piştgiriya Emerîka û Îsraîlê

Wezîrê Tendrustiyê yê Yemenê, Emerîka û Rejîma Siyonîstî, berpirsê sereke yê êrişa ser binavahiyên tendrusiyê yên bajarê Hedeyde li rojava Yemenê da zanîn.

 Eskerên Rejîma Siûdî û Îmaratî ji mehek berî niha ve operasyonek bona dagirkirina bendera Hedeydê ku  navenda sereke ya şandina alîkariyên  mirovheziyê bo Yemenê ye, destpê kirine.

 Li gorî rapora televîzyona  Meyadînê, Taha El-Mutewekil, Wezîrê Tendrustiyê yê Yemenê bal kişand ser êrişa balefirên cengê yên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî ser ûrjansa nexweşxana  El-Sewre ya El-Hedeydeyê û got: Emerîka û Îsraîl tu yek ji prensîpên însanî berçav nagrin.

 Hevgav rojnama  fransî ya Fîgaroyê eşkere kir: Hêzên taybet ên artêşa vî welatî niha li kêleka eskerên Îmaratî li êrişa ser Hedeydê dest hene.

 Pêştir Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Enasrullaha Yemenê bal kişand ser bicihbûna  paporên  emerîkî, inglîz û fransî li peravên  rojava Yemenê û destnîşan kir: Gelê Yemenê şanaziyê dikin bi rawestana  li ber hêzên destdirêjkir ku ji aliyê welatên rojavayî ve piştgirî dibin.

 Îbtisam El-Mutewekil serokê bereya çandî ya rawestana li ber destdirêjkiran li Yemenê jî bal kişand ser sefera komek ji endamên  vê bereyê bo balefirgeha Hedeydê ku di kontrola  artêşa Yemenê û komîteyên gelanî de ye û got: Rewşa ewlehî, însanî û civakî li vî bajarî aram e.