May 26, 2018 14:53 Asia/Tehran
  • Welîehdê berê yê Siûdî: Muhemed bin Selman birîndar e

Piştî eşkernebûna welîehdê siûdî Muhemed bin Selman ku zêde ji mehek e. welîehdê berê yê Siûdî Muhemed bin Nayif diyar kiriye ku ew di encama bûyera Qesra El-Xezamî birîndar bûye.

Welîehdê siûdî Muhemed bin Selman piştî bûyara gullereşandinê ya 21 Nîsanê li qesra El-Xezamî ya şahê siûdî li Riyazê li nav medya û li ber çavên xelkê nebûye û kes jê xeber tine, heta dema serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Erebistanê jî di nav medyayê xuya nebûye.

Welîehdê berê yê Siûdî Muhemed bin Nayif li rûpera xwe ya Twitterê nivîsiye: Wêneyên belavbûyî yên Muhemed bin Selman yên berê ne û nû nînin û ti nûçeyek jê li medyayê belav nabe, biryar bû Muhemed bin Selman li sporgeha El-Cewhere amade bibe, lê eva çê nebû.

Welîehdê berê yê Siûdî Muhemed bin Nayif nivîsiye ku nûçeyên belavbûyî li bara birîndarbûna Muhemed bin Selman rast in, lê birîna wê ji bo canê wî bi taluke nîne, lê heke birîndarbûna wî piştrast bibe eva ji bo pêwer û wezîfedariya wî  bi metirsî û taluke ye.

Derheq nebûna welîehdê siûdî di nav medyayê de û nebûna wî li ber çavên xelkê, birêvebirê nivîsgeha welîehdê Siûdî Bedir El-Eskir, 18 Gulanê îdia kiribû ku Muhemed bin Selman bi serokomarê Misrê El-Sîsî re hevdîtin pêk aniye û hin wêne li vê barê de weşandibûn, eva li rewşekê ye ku hevdîtina hanê 5 Adara 2018 pêk hatibû.