May 26, 2018 12:05 Asia/Tehran
  • Pêgîriya seyd Hesen Nesrullah û Nebîh Bêrî ser piştgiriya  giştalî ji gelê Filistînê

Sekreterê giştî yê Hizbullahê û serokê parlemana Lubnanê roja înê bi hev re civiyan û ser piştgiriya tam ji gelê Filistînê bi hemî îmkan û amûran sekinîn û xwestin ku bila gelê Filistînê li rawestana xwe ya li ber Rejîma Siyonîstî were piştgirîkirin.

 li gorî rapora IRIB Newsê, seyd Hesen Nesrullah,  Sekreterê giştî yê Hizbullahê û Nebîh Bêrî, serokê parlemana  Lubnanê her wiha encamên  hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê erênî nirxand û destnîşan kirin: Beşdariya berfireh a  gelanî li vê hilbijartinê nîşana  sekinîna wan ser berxwedan û avaklirina  welêt e.

 Her du alî li vê hevdîtinê bal kişand ser hewldana  ji bo rawestana  li ber gendeliyê û destnîşan kirin: Divê li warên  rêçareyên  guncaw bo şopandina  dosiyên  aborî û  malî û îdarî li hev  bikin.

Seyd Hesen Nesrullah,  Sekreterê giştî yê Hizbullahê bijartina  Nebîh Bêrî wek serokê parlemana  Lubnanê û kivşkirina  Sed Herîrî wek erkdarê avakirina dewletê kêfxweşiya xwe da diyarkirin û got: Divê bi zûtirkê dewleta yekitiya  neteweyî ku nunerê hemî gelê Lubnanê be , were avakirin.