May 26, 2018 10:07 Asia/Tehran
  • Seyd Hesen Nesrullah: Em ne şerxwaz in, lê em jê natirsin jî

Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku ev tevgera ne şerxwaz e lê jê natirse û got: Dema ku dijminê siyonîstî berxwedana lubnaniyan dît, baştir zanî ku bêyî tu şertekê ji başûrê Lubnanê paşde vekişe.

 25 Gulana 2000`an  Rejîma Siyonîstî piştî berxwedana gelê Lubnanê, neçar ma ji başûrê vî welatî paşde vekişe.

Gelê Lubnanê wê roja  weke eyda berxwedanê û azadkirinê bi nav kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê,Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, roja îniyê li axiftinekê bi munasibeta 18 mîn salvegera  serketina  berxwedanê û azadkirina  başûrê Lubnanê bal kişand ser vê yekê ku îmakana berxwedanê ji sala 1982`an  heya sala 200`0an  çi ji babet hejmara hêzan û çi jî ji babet  îmkanên  eskerî pir kêm bû û destnîşan kir: Hêzên berxwedanê selimandin ku hêjayî serketinê ne û ezmûna  serketinê nîşan da ku dijminê siyonîstî li hember berxwedaê, pêbaweriay xwe ji dest daye .

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser boykotên  Emerîka û konseya  hevkariay kendava Farsê li dijî Hizbullahê got: Armanca  gefan eva ye ku  xelkê ji bereya berxwedanê dûr bikin, lê şerê Emerîka û ehvpeymanên  wan li hember bereya berxwedanê rastî işkestê hatiye. Seyd Hesen Nesrullah her wiha got: Hegera sereke ya zextên  berdewam ên Emerîkayê li dijî Îranê jî eva ye ku  ev welata piştgirê sereke yê bereya berxwedanê li Lubnan û li navçê ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, li bara îdiayên  Meqribê li bara piştgiriya vê partiyê ji bereya Polîsaryo got: Hizbullahê tu peywendiyek bi vê bereyê re tine û wezîrê karên derve yê Meqribê tu heger û belegeyk ji bo îdayên xwe raber nekiriye.