May 24, 2018 18:10 Asia/Tehran
  • Îzna Netanyahû  û Lîbêrmen ji bo destpêkirina xweser a şêrr hat betalkirin

Kabîneya ewlehiyê ya Rêjîma Siyonîst îzna raberkirî bo serokwezîr û wezîrê şêrr ê vê rêjîmê ji bo destpêkirina şêrr betal kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kabîneya Ewlehiyê ya Rêjîma Siyonîst îro anku Pêncşemê dengê Erê da betalkirina qanûnekê ku rê dida Benyamîn Nêtanyahûyê serokwezîr û Avîgdor Lîbêrmenê (Lieberman) wezîrê şêrr ê vê rêjîmê da ku di rewşa awarte da bi tenê biryara destpêkirina şêrr bidin.

Mêdyayên Rêjîma Siyonîst bal kişandine ser betalkirina qanûna ragihandina şêrr û destnîşan kirin ku hêjatiya biryardana li vî warî da bo Kinêsêta (Parliman) Rêjîma Siyonîst hat raberkirin.

Ev qanûn piştî wê hat betalkirin ku aliyê cûrbicûr ji vê qanûnê ku li ser pêşniyara Benyamîn Nêtanyahû hatibû pesendkirin, rexne kirin.

Beriya vê yekê, Parlimana Rêjîmam Siyonîst (Keneset) tevî hebûna dijayetiyên komîteyên pispor, ev desthilat da serokwezîrê vê rêjîmê ku di rewşa awarte da bêyî wergirtina piştrastkirinê ji kabîneyê û tenê bi amadebûna wezîrê şêrr , kabîneya ewlehiyê pêk bîne û li dijî welatekî şêrr ragihîne.