May 24, 2018 16:40 Asia/Tehran
  • Firokeyên şêrr ên Erebistanê careka din gelê Yemenê bi bombeyên qedexe dan ber êrîşê

Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siûdî careka din bajarekî din ê sînorî yê parêzgeha Sedeyê bi bombeyên qedexe dan ber êrîşê.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê kanala televîziyoniya El Mesîrê, Firokeyên siûdî berbanga roja Pêncşemiyê di dewema destdirêjiya li ser Yemenê, navçeyên cûrbicûr ji bajarê Menbeyê li parêzgeha Seideyê (Bakurê Yemenê) ji wan malên xelkê û zeviyên wan bi bombeyên xûşeyî dan ber êrîşan.

Rayedarekî herêmî li Menbeyê got: Ji ber vê bombebaranê gellek ziyanên malî derketin û bermahiyên wan gefa sereke li dijî canê welatiyên vê navçeyê tên hisab.

Erebistan li saya bêdengiya civata navneteweyî ji bo teslîmkirina gelê Yemenê, çekên qedexe ji wan bombeyên xûşeyî û fosforî bi kar tîne, lê heta niha tu yek ji armancên xwe bi dest nexistine.

Firotina bombeyên xûşeyî yên berhemhatî li Amerîka û Brîtanyayê bo Erebistanê û bikaranîna van bombeyan li dijî welatiyên yemenî li halekî didome ku bikaranîna van bombeyan li ser esasa "Konvansiyona Cebilxaneyên Xûşeyî" ya pesendkirî di sala 2008an da qedexe ye.