May 24, 2018 16:27 Asia/Tehran
  • Sed Herîrî wek berpirsê damezirandina dewleta nû ya Libnanê hat nasdandin

Sed Herîrî, serokwezîrê niha yê Libnanê bi dengê pirranî yê parlementeran wek berpirsê damezirandina dewleta nû ya Libnanê hat nasandin.

Li gorî rapora kanala libnanî ya El Meyadînê, Sed Herîrî îro anku Pêncşemê piştî bidestxsitina herî kêm piştgiriya 69 parlementeran ji nav 128 parlementerên Parlimana Libnanê wek berpirsê damezirandina dewleta nû ya vî welatî hat nasandin.

Îro gotûbêj û şêwirînên parlemanî ji bo diyarkirina berpirsê damezirandina dewleta nû li Koşka Beibedayê bi amadebûna rayedarên libnanî ji wan Mîşêl Ewn, serokomarê vî welatî, dest pê bû.

Necîb Mîqatî serokwezîrê berê yê Libnanê destnîşan kir: rewşa niha li welêt pêwîst dike ku careka din Seid Herîrî wek serokwezîr were bijartin.

Duh anku Çarşemê jî Nebîh Birrî bo cara şeşan wek serokê Parlemana Libnanê hat bijartin.