May 23, 2018 20:30 Asia/Tehran
  • Moskow: Daxwaza Amerîkayê ya derketina hêzên îranî ji Sûrîyê neqanûnî ye

Dewleta Ûrsêtê pêgirî kir ku daxwaza Amerîkayê ya derketina hêzên îranî ji Sûrîyê neqanûnî ye.

Li gorî rapora Kanala Al Mayadeenê, Mîxayîl Olyanov (Mikhail Oliyanov) nunerê Ûrsêtê li sazîyên navnetewî li Vîyenê got ku daxwaza Amerîkayê ya vekişandin û derxistina hêzên îranî ji Sûrîyê neqanûnî ye.

Wî herwiha got: Amerîka ku li wî perrê oqyanûsan e, tu bingehek tineye ku daxwazên bi vî rengî hilêxe.

Mîxayîl Olyanov nunerê Ûrsêtê li sazîyên navnetewî berî vîya jî gotinên dijî Îranê yên Mayk Pompêo (Mike Pompeo) wezîrê karên derve yên Amerîkayê neberpirsane û nemaqûl wesif kiribûn û pêgirî kiribû ku ev daxwazana ewqasî li gorî xeyalan û ji ber nezanîyê ne ku tu panormayek ji bo lihevkirina ser wan tineye.

Olyanov bal kişand ser pêbendîya tam a Îranê li sozên xwe yên di çarçova rêketinama navokî de û got, welatê ku sozên xwe bi aşkirayî binpê kirine Amerîka ye ne Îran.