May 21, 2018 11:50 Asia/Tehran
  • Firokeya bêfirokevan a sîxoriya Erebistanê li rojavaya Yemenê hat jodarxistin

Çavkaniyên yemenî yên nûçeyan Yekşemiyê bi şev qala jinavbirina firokeyeka bêfirokevan a sîxoiryê ya Erebistana Siûdiyê li rojavaya Yemenê kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan ji Yemenê, pedafenda hewayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ev firokeya bêfirokevan a sîxoriyê ya rêjîma Siûdî li navçeya Cebel Elê Narê li şaristana Herezê li parêzgeha Heceyê ya rojavaya Yemenê dane ber êrîşê.

Çavkaniyên yemenî yên nûçeyan tu amajeyek bi cûreya firokeya jinavbirî nekirine.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ji dema destpêbûna êrîşa hevpeymnaniya siûdî li ser Yemenê heta niha bib dehan firokeyên bêfirokevan ên sîxoriyê yên Erebistanê û hevpeymanên wî welatî jodar xistine.

Erebistanê ji 26ê Adara sala 2015an va li çarçova hevpeymaniyeka pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk a Azmerîkayê êrîşin berfireh li dijî Yemenê dest pê kirin da ku bi biyoniya vegerandina Evde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê îstiîfakirî û destjiakrkişandî yê vî welatî- ser desthilatê, armanc û zêdexwziyên xwe yên siyasî bigihîne encamê.